Li ser rêya Soranê qeza: 1 mirî û 2 birîndar hene
PeyamaKurd – Li Başûrê Kurdistanê li bajarê Erbîlê li navça Soranê treylerekî ji ser rêya xwe derket û wergeriya nava çem. Di encamê de kesekî can da û 2 kes birîndar bûn. Rêvebirê trafîka Soranê ragihand ku treyler ji bin desthilata ajotvan derketiye û wergeriyaye.
Berdevkê parastina sîvîl yê Soranê li ser xebatên tîmên ku şandine deverê got:
“Qeza li Çomanê li nêzî gundê Rezan qewimî. Tîmên me gihane ciyê rûdanê û 2 kesan rizgar kirine. Lê kesê sêyem mixabin can daye.”
Rêvebirê parastina sîvîl yê Soranê Karwan Mirawdeli ragihand ku kesê can daye cesedê wî ji erebê derxistine û di kontrola cesed de sedema mirinê ne fetisandina di avê de ye. Di wexta qezayê de derbê li bedena wî ketine bûne sedema mirina wî. Rewşa her dû birîndaran başe û wan derman dikin.”
Her sê kesên di treylerê de bîn li ser nûfûsa devera Xelîfanê ne.
Tîmên parastina sîvîl ji bo treylere ji çem derxin xebatên xwe dewam dikin.