TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li ser rêya Xarpêt-Çewlikê du otomobîl li hev ketin: 8 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 28 îlon 2024 01:07

PeyamaKurd – Li ser rêya Xarpêt-Çewlikê (Elazığ-Bingöl) du otomobîl li hev ketin û di encamê de 8 kes birîndar bûn ku di nav wan de zarok jî hene.

Li ser agahdarkirina tîmên tenduristiyê, cendirme û polîsan, dema gihan ciyê bûyerê, mudaxeleyê birîndaran kirin û paşî birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana bajêr ya bi navê Fethi Sekin ya Xarpêtê (Elazığ).

Navên birîndaran û rewşa wan ya tenduristiyê nehat ragihandin.

Parve bike: