Li ser rêyên Bradost û Sîdekanê bombeyên PKKê danîbûn hatin pûçkirin
PeyamaKurd – Dema gerîlayên PKKê li gundê Deştehêrt, li ser rêya gundên Bradost û navçeya Sîdekan kemîna 'fûzeyên bi TNT' datînin, gundiyek wan dibîne û agahiyê dide Asayîşa Herêma Kurdistanê.
Li gor zanyariyan, tîma pûçkirina mînan gihişt deverê û ew teqemenî rakirin.
Rêvebirê asayîşa Deştehêrtê dibêje: "Welatî nikarin li vir vî karî bikin, li vê derê ji xeynî PKK, bi rastî jî kesên din nagerin. Vê derê cihekî avadan e û li nav cergê gund e. Heqê PKK nîne wiha li xelkê sivîl bike. Têl û tişt xistinê, teqez ev hazir kirine ji bo teqandinê."
Herwiha zanyariyên ji îdareya navçeyê diyar dikin, fûzeyên bi TNT û mînên dijekes danîne nav ava vexwarinê û ev dibe metirsiyeke mezin li ser xelkê devera biradost.
Şaredarê Sîdekan Çelebî Ihsan dibêje, "Metirsiyên rasterast û nerasterast dê li ser hevwelatiyên me hebe. Lewra 20 gundên vê deverê dikevin nav metirsiyê. Tenê îsal 3 hevwelatiyên me şehîd bûn û herwiha 4 hevwelatî jî birîndar bûn. Ku hêj ev sal xelas nebûye."
Ji ber hebûna PKKê, artêşa Tirkiyê 30 kîlometre kûrahî hatiye nav axa Herêma Kurdistanê. Ji ber şerê her du aliyan di 30 salên dawî de 80 hevwelatî şehîd bûne. Ji 264 gûndên Brados 118 gund vala bûne û metirsiya valakirina 20 gundên din jî heye.