Kurdistan
Li ser rûbara Zaxoyê 5 bendavên cûrbicûr tên çêkirin
PeyamaKurd – Îdareya serbixwe ya Zaxoyê diyar kir, weke îdareyê, projeya çêkirina 5 bendavên cûrbicûr li ser rûbara Xabûrê dane Hikûmeta Kurdistanê.
Li gor daxuyaniya îdareya serbixwe ya Zaxoyê, Serokwezîrê Kurdisanê Mesrûr Barzanî, projeya çêkirina her 5 bendavên li ser rûbarê Xabûrê werin çêkirin pejirandiye û bo vê yekê jî biryara dabînkirina budçeyê daye.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, di demeke nêz de dest bi cîhbicîhkirina projeya han tê kirin.