TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li ser sînorê Basûr û Rojhilat kolberekî Kurd hat kustin

Admin H
Nivîskar
📅 19 adar 2020 00:14

PeyamaKurd - Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî li ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî Kurd bi guleyên hêzên Îranê hat kuştin.

Hat diyarkirin ku doh roja Sêşemê pasdarên Îranê li devera Henge Jale ya li sînorê navçeya Bane ya ser bi parêzgeha Sineyê, gule li hejmarek kolberên Kurd reşandin û di encamê de, kolberê Kurd ê bi navê Seywan Şerîfî ku xelkê navçeya Bane ye hat kuştin.

Hat ragihandin ku termê wî kolberê Kurd ji bo pizîşkiya dadê ya Baneyê hatiye veguhastin û hêj radestî malbata wî nehatiye kirin.

Berî niha bi çend rojan dîsa li sînorê navçeya Serdeştê ya ser bi parêzgeha Urmiyê ve, kolberekî din ê Kurd ê bi navê Mihemed Qadirî bi guleya hêzên Îranî hatibû birîndarkirin.

Parve bike: