TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li ser sînorê Îdirê ser: Kustî û birîndarên artsê Tirkiyê hene

📅 01 hezîran 2019 15:39

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li ser sînorê Idîrê di navbera artêşa Tirkiyê û gêrilayên PKKê de şer derketiye û di encama wî şerî de 2 leşkerên Tirkiyê jiyana xwe ji dest daye û 5 jî birîndar bûne.

Li gorî zanyariyên medya Tirkiyê ku xwedispêrê çavkaniyên ewlekariyê li Idîrê di navbera artêşa tirk û gêrilayên PKKê de şer derket. Li gorî zanyariyên berdest di wî şerî de 2 leşkeran canê xwe  ji dest da û 5 leiker jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku birîndar rakirin nexweşxaneyan û ji bo teqwiyeyê hêzên nû bo herêmê hatin şandin.

Ji aliyê din ve PKKê heta niha derbarê bûyerê de tu daxuyanî nedaye.

Parve bike: