TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li seranser Hewlêrê 5 hezar kamerayên çavdêriyê tên danîn

Admin H
Nivîskar
📅 31 tîrmeh 2019 23:55

PeyamaKurd - Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê ji bo parastina aramî û ewlehiya li bajêr, 5 hezar kamerayên çavdêriyê li navenda bajêr têne bicihkirin ku mebest kêmkirina tawanan e.

Rêveberê Polîsê Hewlêrê, Ebdulxaliq Telat ji medya Kurdistanê re ragihandiye ku sala 2013an biryar hatibû dayîn li deverên giştî yên navenda Hewlêrê, 5 hezar kamerayên çavdêriyê bên bicihkirin û diyar kir ku ji ber şerê DAIŞê û krîza darayî ew proje nehatibû bicihkirin.

Telat da zanîn ku niha dest bi bicihkirina kamerayên çavdêriyê li navenda bajêr dikin û got, proje bi dawî bûye û budce jî bo hatiye terxankirin û dê di zûtirin demê de ew proje were bicihanîn.

Herwiha dê navendeke kontrolê ya taybet bo çavdêrîkirina wan kamerayan bê avakirin ku  ji aliyê polîs, asayîş û polîsê hatinûçûnê ve bê birêvebirin û di her bûyerekê de aliyên peywendîdar bên agahdarkirin û ev jî dê alîkariyeke mezin bide hêzên emnî bo girtina tawanbaran.

Rêveberê Polîsê Hewlêrê da xuyakirin ku di pêngava yekem de tenê li navenda Hewlêrê kamerayên çavdêriyê dê bên bicihkirin û got, piştre ew sîstem dê li navçe û bajarokên din jî bê danîn.

Parve bike: