TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Serê Kaniyê teqînek çêbû: Kustî û birîndar hene

Admin L
Nivîskar
📅 04 mijdar 2020 17:58

PeyamaKurd – Li Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû. Di encamê de kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand, do  motorsîkleteke bombekirî li gundê Elî Baciliye yê Serê Kaniyê teqiya û di encamê de kesekî sivîl can da û 3 kes jî birîndar bûn, yek ji wan zarok e.

Li herêmên Rojavayê Kurdistanê Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve hatine dagîrkirin, her car teqîn çêdibin û welatiyên sivîl dibin qurbaniyên wan teqînan.

Parve bike: