TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Serê Kaniyê û Til Temirê komên çekdar li ser mal û mulkê welatiyan ser dikin

Admin L
Nivîskar
📅 13 tebax 2020 12:32

PeyamaKurd - Li Serê Kaniyê û li Til Temir, li ser dabeşkirina mulk û malên welatiyan, di navbera komên Opozîsyona Sûriyê de şer derket.

Li gor Rewangeha Sûriye ya Mafên Mirova belav kiriye, li gundên Şlah, Zyabye û Rîhaniye yên di navbera Til Temir û Serê Kaniyê de, şer di navbera komên bi ser Sûltan Mûrad û Ehrar El Şerqiye de derket. Di encamê de, hejmarek çekdar ji herdu aliyan brîndar bûn.

Herwiha Rewangehê destnîşan kir, şerê di navbera herdu aliyan de li ser mal û milkên xelkê koçber bû, ev bû sedema hejmarek çekdaran xwe ji herdu gundan vekêşin.

Berî niha Rewangehê belav kiribû, çekdarên Opozisyona Sûriyê dest bi talankirina malên Kurdan li Serê Kaniyê û gundên ser bi Til Temirê ve kirine. Herwiha li gundê Ûm 'Şibe yê ser bi Til Temirê ve xaniyên welatiyan şewitandin.

Parve bike: