TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Serê Kaniyê wesayîtek bombekirî teqiya: Kustî û birîndar hene

Admin L
Nivîskar
📅 27 mijdar 2020 17:57

PeyamaKurd –  Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû û di encamê de 3 kes hatine kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan destpêkê, wesayîtek bombekirî îro Înê li ser rêbendeke komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve, li gundewarê Serê Kaniyê teqiya û di encama teqînê de 3 kes hatin kuştin û hejmarek birîndar jî hene.

Heta niha tu kesî berpirsatiya teqînê negirtiye ser xwe.

Parve bike: