TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Serêkaniyê motorsiklêteke bombebarkirî hat teqandin

Admin H
Nivîskar
📅 13 tebax 2020 18:46

PeyamaKurd – Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin, îro motorsiklêteke bombebarkirî hat teqandin.

Li gorî agahiyên ji herêmê, motorsiklêteke bombebarkirî li gundê Dîwarê yê Serêkaniyê hatiye teqandin ku hîn derbarê ziyanên canî û madî de agahî nehatine.

Hêjayî gotinê ye, ji dema Serêkaniyê û Girêspî hatiye dagirkirin ve gelek teqîn li wan bajaran rû didin û heta niha ji bilî çekdaran hejmarek zêde sivîl jî bûne qurbanî.

Parve bike: