Kurdistan
Li Sêrtê 2 koçber bi guleyên hêzên tirk hatin kustin, 12 jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê, li bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê kamyona koçberên neyasayî gulebaran kir û di encamê de 2 koçber mirin, 12 koçber jî birîndar bûn.
Parêzgariya Sêrtê li ser bûyerê daye xuyakirin, kamyona ku 84 koçberên Afganî û Pakistanî tê de bûn ligel hişyariyên hêzên ewlekariyê ranewestiyaye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ajokarê kamyonê teqe li hêzên ewlekariyê kiriye û di bersivdana hêzên ewlekariyê de jî du koçber hatine kuştin û 12 koçber jî birîndar bûne.
Parêzgariyê da zanîn, ajokarê kamyonê piştî bûyerê hatiye binçavkirin û lêgerîna koçberên ku ji kamyonê reviyane jî berdewam dike.