Kurdistan
Li Sêrtê bi 47 gundan re têkilî hatin birîn
PeyamaKurd-Li Kurdistana Bakûr li bajarê Sêrtê rêyên 47 gundan ji berfê hat girtin û têkiliyên bi wan gundan re hatin birin. Li navçeya Berwariya û Şêrwanê 36 gund, li Dihê 5 gund, li Tilloyê 3 gund û li Hawêl 2 gund, li Misircê gundekî rêya wan girtiye.Sekreterê rêvebiriya taybet ya Parêzgehê Hifzullah Canpolat bo çapemeniyê weha ragihand:
“Niha li wan deveran tîmên me yên rêvekirinê hene. Me rêyên temamê gundên li ser navendê vekir. Bo vekirina rêyên 47 gundên din jî xebatên me dewam dikin.”