TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Sêrtê qedexeya li ser 11 gundan hat rakirin

Admin H
Nivîskar
📅 15 hezîran 2020 01:14

PeyamaKurd – Li 11 gundên navçeya Dihê ya bajarê Sêrtê, qedexeya derketina derve ya bi hinceta operasyona leşkerî hatibû ragihandin, hat rakirin.

Walîtiya Sêrtê 13ê hezîranê bi hinceta operasyona leşkerî, li 11 gundên girêdayî navçeya Dihê ya Sêrtê qedexeya derketina derve ragihandibû.

Walîtiyê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku operasyon bi dawî bûye û qedexeya derketina derve li ser wan 11 gundan hatiye rakirin. 

Parve bike: