Kurdistan
Li Sêwerek a Rihayê du erebe li hev ketin: 6 birîndar
PeyamaKurd – Li navça Sêwerekê ya bi ser bajarê Rihayê du erebe li hev ketin û di encamê de 6 kes birîndar bûn ku 2 ji wan birîndaran zarok in.
Otomobîla ku Deniz İpek (55) ya jimare 02 BA 282 dajot, li ser rêya Çaylarbaşı bi ereba bazirganî ya ku Mahmut Aydın (70) dajot ya jimara wê 01 BAN 556 bû re, li hev ketin.
Di qezayê de her dû ajotvan û kesên di erebeyan de bûn Sercan Karavuş (13), Mehmet İpek (7), Yıldız İpek (44) û Bahar İpek (18) birîndar bûn.
Li ser agahdarkirina tîmên cendirmeyan û tîmên tenduristiyê, dema çûn ciyê qezayê birîndaran birin nexweşxana dewletê ya navça Sêwerekê.