TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Silêmanî biryarên bo vîrûsa korona: Nimêja înê nayê kirin...

Admin H
Nivîskar
📅 04 adar 2020 19:48

PeyamaKurd - Parêzgarê Silêmaniyê, Komîta Fetweyê û Serokê Yekîtiya Zanayên Olî ya Şaxa Silêmaniyê hejmarek biryar ji bo rêgirtin û xweparastina ji vîrûsa koronayê derxistin.

Di civîna rojnamevanî de Parêzgarê Silêmaniya Heval Ebûbekir ragihand, civînên cemawerî tên ragirtin û lîstikên werzişî jî wê bê beşdaran werin encamdan.

Berpirsê Encûmena Bilind a Fetweyê ya Şaxa Silêmaniyê jî ragihand, ji ber metirsiya belavbûna vîrûsa korona, wan biryara ragirtina nimêjên bikomî ku heta demeke nediyar dane.

Herwiha hat diyarkirin ku piştî bangdana meleyan wê mela bixwaze ku xelk li malên xwe nimêz bikin û neçin mizgeftê û roja Îniya dahatî jî nimêja Înê li Silêmaniyê nayê kirin.

Li bajarê Silêmaniyê îro yekem car kesekî ji vîrûsa koronayê can da ku heta niha behsa hebûna 6 nexweşên vîrûsê li Silêmaniyê tê kirin.

Parve bike: