Kurdistan
Li Silêmaniyê 200 kg tilyak hat desteserkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Silêmaniyê 200 kîlo madeya tilyakê hatiye desteserkirin û bazirganên tilyakê jî hatine girtin.
Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihandiye ku li Silêmaniyê 200 kîlo tilyak hatiye desteserkirin û kesên bazirganiya wê dikirin jî hatine girtin,
Hat diyarkirin ku tilyakfiroşan madeya tilyakê di nav beroşan de veşartine ku bi qasî 200 kîlo bûye.
Hat ragihandin ku kesekî bazirganê tilyakê hatiye girtin û li gorî qanûna tilyakê madeya 14an mamele bo cezakirina wî tê kirin.