Li Silêmaniyê devera Taslucayê bombebaran kirin
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê li devera Taslucayê êrîşên hewayî hatin kirin û paşî li deverê şewat derket. Li gor ragihandina Rûdawê; li deverê şewata derketiye berfireye.
Parêzgerê bajarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebubekir, li ser êrîşê got:
“Li ser navê parêzgeha Silêmaniyê, êrîşên ser bajarê Silêmaniyê û Herêma Kurdistanê bi tundî em şermezar dikin. Em car din dibêjin rêvebiriya xwecîh ya Silêmaniyê û Herêma Kurdistanê, em terefê şer nînin û em dubare dikin.”
Ebubekir bangî welatiyan jî kir û got:
“Xwe nêzî herêmên bombekirî nekin û ji bo xebatkar û dezgeyên ewlehiyê, yên wezareta karên hundir û dezgeyên pêwendîdar karibin karên xwe bi temamî bikin, daxwaza me ji welatiyan ew e ku çûn û hata trafîkê asteng nekin.”
Heya niha li deverê zerara canî û maddî bûye an nebûye, ragihandina fermî nehatiye kirin û rayedar li deverê lêgerîna xwe dewam dikin.