Kurdistan
Li Silêmaniyê di bûyereke trafîkê de 4 karker mirin
PeyamaKurd - Li Silêmaniyê di encama bûyereke trafîkê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya Qayimqamiya Çemçemalê, li devera Awa Teqîwe ser bi wê navçeyê ve li parêzgeha Silêmaniyê, bûyereke trafîkê rû daye û li gorî daxuyaniyê di encama wê bûyera trafîkê de 4 kesan jiyana xwe ji dest daye û 3 kes jî birîndar bûne.
Qayimqamiya Çemçemalê diyar kir ku hemû ew kesên di wê bûyerê de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, karker in.
Her wiha Qayimqamiya Çemçemalê di daxuyaniya xwe de hişyariyê dide ajokaran ku zêdetir baldar bin û rêgirî qaîdeyan bin.