TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Silêmaniyê doktorekî bi guleyekê xwe kust

Admin H
Nivîskar
📅 12 tebax 2020 19:14

PeyamaKurd - Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê, doktorekî bi guleyekê dawî li jiyana xwe anî.

Berdevkê Polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed ragihand, bijîşkê bi navê Yasîn îro li mala xwe bi guleyekê dawî li jiyana xwe anî.

Berdevkê Polîsa Silêmaniyê eşkere kir ku wî doktrorî bi demançeya ji cura “Tariq” guleyek li sere xwe daye û xwe kuştiye.

Berdevkê Polîsa Silêmaniyê li ser sedema bûyerê jî got: “Heta niha sedema xwekuştinê ne diyar e. Dema wî bijîşkî gule li xwe daye li mala xwe li qatê duyem bû û malbat û zarokên wî li xwarê bûn.”

Parve bike: