Kurdistan
Li Silêmaniyê erdhej çêbû
PeyamaKurd – Li 19 kîlometre dûrî başûrê rojhilatê Silêmaniyê, vê sibê erdhejeke bi hêza 2.9 pileyî çêbû.
Li gor zanyariyên ji malperên cîhanî yên keşnasî û erdhejê hatine belavkirin, erdhej di saet 06:19an de nêzîkî nahiya Erbet a ser bi parêzgeha Silêmaniyê qewimiye.
Herwiha hat eşkerekirin, erdhejê 19 kîlometre dûrî başûrê rojhilatê bajêr, di kûrahiya 11 kîlometreyan de çêbûye.