Kurdistan
LI Silêmaniyê qedexe hat ragihandin
PeyamaKurd - Ji ber zêdebûna pêketiyên vîrusa koronayê di van rojên dawî de, li bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistanê qedexeya derve û çûnûhatinê hat ragihandin.
Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ragihand, ji sibe 25ê Hezîranê pê ve biryara qedexeya derve û çûnûhatinê hatiye wergirtin.
Ebûbekir da zanîn ku ew dê çend rêkarên din bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronay nû Covid-19 werbigirin ku qedexe jî di wê çarçoveyê de hatiye ragihandin.
Parêzgarê Silêmaniyê da xuyakirin ku wê qedexe heta 1ê Tîrmehê berdewam bike.