TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Silêmaniyê vîrusa SARS ê hat dîtin

Admin M
Nivîskar
📅 21 mijdar 2020 03:37

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê vîrusa SARS ê hatiye dîtin lê wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihands ku vîrus belav nebûye.

Li nexweşxaneya Asa yê ya li Silêmaniyê di labaratuwara biyolojîk de, di encama kirina testan de rastî vîrusa SARS ê (Sendroma Akût ya Rêya Nefesê) hatine û li gor rêvebiriya wê derê vîrus belave bûye.

Li gor ragihandinê, testên hinek nexweşên ku nîşanên Kovid-19 ê nîşan didin hatine kirin û testa hinek ji wan posîtîv derketiye lê ew nexweş ne bi vîrusa Kovid-19 ê lê bi ya SARS ê ketine.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê: SARS belav nebûye.

Wezareta tendursitiyê ya Herêma Kurdistanê dibêje ku li Silêmaniyê nexweşîna SARS ê belav nebûye û wê di mijarê de lêkolînê bikin. Ragihandina wezaretê ji aliyê berdevkê wezaretê de hat kirin û got; ti delîlekî tineye ku SARS belav bûye û beyanên ku nexweşxana Asa yê daye, ti bingehekî zanistî bo wê nîne.

Parve bike: