Kurdistan
Li Silopiyayê 4 kes desteser kirin
PeyamaKurd – Polîsên Tirkî li Silopyayê girtin ser malan û di encamê de 4 kes desteser kirin.
Li gor zanyariyan, polîsan li bajaroka Tilqebîn a bi ser navçeya Silopiyaya Şirnexê ve girtin ser malan û di sergirtina malan de, Ramazan Kahraman, Tahîr Aytiş, Abdullah Bozkurt û Îsmaîl Turk desteser kirin.
Herwiha hêceta binçavkirinê nehat zanîn ku her çar welatî birin Midûriyeta Polîsan a Silopiyayê.