Kurdistan
LI Silopîyê 3 kes kirin bin çava
PeyamaKurd- Vê sibehê polîsên dewleta tirk, li Silopiyayê avêtin ser malan û herî kêm 3 kes binçav kirin.
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê polîsên dewleta tirk avêtin ser malan.
Di serdegirtina malan de Besna Sakman a 55 salî ku kurekî wê girtî ye, Abdullah Mete yê 66 salî û Abdullah Eren ê 60 salî binçav kirin. Her sê kesên ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin bi îdiaya “endametiya rêxistinê” birin Midûriyeta Emniyetê ya Silopiyayê