TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li sînorê Bakur û Rojhilat kolberekî Kurd hat kustin

Admin H
Nivîskar
📅 19 cotmeh 2020 03:00

PeyamaKurd - Li sînorê bajarokê Çaldiran a parêzgeha Urmiyê yê hevsînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî Kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Li gor nûçeya Rûdawê çavkaniyeke ji herêmê ragihandiye, hêzên Îranê li bilindahiyên sînor teqe li hejmarek kolberên Kurd kirine û di encamê de kolberekî bi navê Emîn Şems jiyana xwe ji dest daye.

Hat diyarkirin ku Emîn Şems xelkê gundê Mele Hesen ê qezaya Makoyê ye û êvara roja Şemiyê li ser sînorê navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê hatiye kuştin.

Kolberê Kurd zewicî bûye û bavê zarokekî bûye.

Parve bike: