TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Sirnex û Cizîrê namzedên jin ên HDPê hatin binçavkirin

Admin S
Nivîskar
📅 29 rêbendan 2019 17:20

PeyamaKurd - Namzedên Şaredariyê yên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) yên bajarê Şirnexê navçeya Cizîrê û çend jinên endamên HDPê hatin girtin.

Hat zanîn ku îro sibehê 29ê Çile, li bajarê Şirnexê polîsan bi ser malên hejmarek jinên endamên HDPê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de girtin û gelek kes hatin binçavkirin.

Li gor zanyariyan namzeda HDPê ya şaredariya Cizîrê Bêrîvan Kutlu, namzeda HDPê ya şaredariya Şirnexê Şirîn Kilinş, hevseroka DBPê Ayşe Altay û 7 jinên din yên endamên HDP û DBPê bi tohmeta endamtî û propagandaya PKKê hatin binçavkrin.

Parve bike: