Kurdistan
Li Sirnex û Colemêrgê 13 HDPyî hatin binçavkirin
PeyamaKurd – Di operasyonên polîsan ên serdegirtina mal û navnîşanan de, li navçeyên Şemzînan, Gever û navenda Colemêrgê û li navçeya Silopî ya Şirnexê 13 endam û rêveberên HDPê hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku di encama operasyonên hevdem de, Hevşaredarê berê yê Colemêrgê Şukru Çalli jî di nav de, 12 kes hatine binçavkirin.
Herwiha li Silopî jî rêveberê HDPya navçeyê Delîl Urek jî di operasyona serdegirtina mala wî de hatiye binçavkirin û tê gotin ku ti zanyariyek derbarê wî de nîne.