TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Sirnexê 12 kes hatin binçavkirin

Admin H
Nivîskar
📅 07 mijdar 2019 20:51

PeyamaKurd - Li navçeya Elkê ya bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê polîsan bi ser çend malan de girt û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Elkê Şaban Cin jî di nav de, 12 kes hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku di serdegirtina malan de, Hevseokê HDPê Elkê Şaban Cin û kesên bi navên Mahmut kiliç, Zerîn Borak, Sekvan Cin, Emîn Borak, Seyran Yîgît, Selaman Ataman, Recep Ataman, Baver Abî, Cîhan Ataman, Cemal Şeker û Naze Durmuş hatin binçavkirin.

Kesên hatin binçavkirin bo navenda asayîşê hatin veguhestin û nehat zanîn bê bi çi hincetan ew hatine binçavkirin.

Parve bike: