Li Sirnexê avêtin ser mal û kargehan:15 binçavkirin
PeyamaKurd – Hêzên asayîşê beşa TEM ê li bajarê Şirnexê û li navçeyên wê Cizîr û Silopiya avêtin ser mal û kargehan û 15 kesan xistin binçav. Operasyon bi sedema ku gumnbarên PKK/KCK ê ne, bi fermana serdozgeriya Şirnexê hat kirin
Di operasyonê de kesên bi navên O.G, Z.M, S.O, Ö.Ü, S.Ç, D.Y, H.G, R.T, T.G, N.K, R.T, G.G, B.M, A.T. û C.C. xistin binçav. Lêgerîna 4 kesan dewam dike. Sitendina îfadên gumanbaran li baregeha asayîşê dewam dike.
Li aliyê dinê HDP ê ragihand ku di salvegera tayînkirina qeyyûm ya ji bo şaredariya Cizîrê de, di civîna çapemeniyê de, polîsekî fişekan avêtiye ser parlementerên HDP ê Hasan Özgüneş û Nuran İmir. HDP weha got:
“Bi fermana ku ji desthilatê sitendine, di şexsê parlementerên me de, hêzên asayîşê êrîşê parlementerên me kirine û astê birine heya tehdîda kuştinê.”