TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Sirnexê ji bo 7 rojan qedexe hat ragihandin

Admin H
Nivîskar
📅 13 berfanbar 2022 23:46

PeyamaKurd – Parêzgariya bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê, bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ji bo 7 rojan qedexeya her cûre çalakiyên derveyî bernameyên fermî hatiye ragihandin.

Di daxuyaniyê de hat eşkere kirin ku her cûre çalakî, meş, civîn, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê, merasîm, konser, mîting, vekirina stand û çadiran, belavkirina broşuran, merasîmên cenazeyan ên qelebalix û çalakiyên wekî wan heta 14ê Kanûnê ji bo 7 rojan hatine qedexekirin.

Herwiha hat ragihandin ku qedexe ji bo hemû navçeyên sînorên bajarê Şirnexê hatiye danîn ku hinceta qedexeyê nehat zelalkirin.

Parve bike: