Kurdistan
Li Sirnexê operasyon PKK ê: 50 binçavkirin
PeyamaKurd- Di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriya bajarê Şirnexê de, li bajarê Şirnexê li navçeyên Cizîr, Silopiya, Herzex û Qilaba, di heman wextê de, bi sedema ku li ser navê PKKê xebitîne û di ser medya civakî de, li ser navê PKK/KCKê propaganda kirine, 50 kes hatin binçavkirin.
Li gor ragihandina asayîşa Şirnexê; li ser hinek ji van kesan dokumanên rêxistinê ketine dest. Kesên binçavkirî niha li asayîşa Şirnexê ne û lêpirsîna wan dewam dike.