Kurdistan
Li Sûriyeyê du erdhej: Li Amedê jî hate hestîn
PeyamaKurd - Li bajarê Hemayê yê Sûriyeyê, li dû hev 2 erdhejên bi pileya 5.2 û 4.2 pêk hatin. Erdhej li hin bajarên Rojavayê Kurdistan û parêzgeha Amedê ya bakurê Kurdistanê jî hate hestîn.
Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîniyê ya Tirkiyeyê (AFAD) hate dayîn, 120 kîlometre dûrî Yayladaga Hatayê ku navenda wê Hemaya bajarê Sûriyeyê ye 2 erdhejên bi lerza 5,2 û 4,2an pêk hatin.
Erdheja ku di demjimêr 13:18an de pêk hat 7 kîlomêtro di bin erdê de hate tomarkirin
Erdheja ku navenda wê 120 kîlometre dûrî navçeya Yayladaga Hatayê bû, li Amed, Hatay û Dîlokê jî hat hestîn.