TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Sûrûcê li ser mîras pevçûn: 3 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 13 rêbendan 2024 04:43

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Sûrûcê birayên ku di navbera wan de pirsgirêka mîrasê hebû, li ber salona dawetê pevçûn. Di encamê de 3 kes birîndar bûn. Birayên ku pevçûn F.B. (28) û F.B. (37) pevçûna wan heya kişandina çekan çû û di encamê de F.B. (37) û 2 kesên bêrî yên bi navên H.O. (29) û M.K. (10) birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Sûrûcê. Kesê êrîşker F.B. (28) ji terefê tîmên cendirmeyan de hat girtin.

Parve bike: