TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Swêd teqîn: 19 kes birîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 07 hezîran 2019 19:05

PeyamaKurd – Li navenda bajarê Linkoping ê li başûrê Swêdê di encama teqînekê de 19 kes birîndar bûn.

Polîsê Swêd derbarê teqînê de ragihand ku ji ber bandora teqînê di avahiyên dorûberê de xisar çêbûye û da zanîn ku birînên birîndaran sivik in.

Derbarê sedema teqînê de ti agahiyek nehat belavkirin, lê hat diyarkirin ku polîsê Swêdî dest bi lêkolîna ser bûyerê kiriye.

Parve bike: