TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Swêdê 5 parlamenterên Kurd hatin hilbijartin

Admin H
Nivîskar
📅 14 îlon 2026 19:01

PeyamaKurd - Piştî cudakirina ji sedî 95ê dengan di hilbijartinên giştî yên Swêdê de ku roja Yekşemê hatin lidarxistin, eniya çepgir û navend bi bidestxistina 176 kursiyan piraniya parlamentoyê misoger kir û kete pêşiya hevpeymaniya rastgiran.

Di vê xulê de rêjeya beşdariya xelkê gihîşt ji sedî 80.3an û her wiha pênc berendamên Kurd jî ketin Parlamentoya Swêdê (Riksdag).

Li gorî amarên fermî yên Saziya Weşana Giştî ya Swêdê (SVT), Sosyal Demokratan bi wergirtina ji sedî 28.1ê dengan û 100 kursiyan pêşengiya xwe parast, di heman demê de hevpeymaniya rastgira tundrew a Demokratên Swêdê (SD) 11 kursî ji dest dan û daketin 62 kursiyan.

5 Parlamenterên Kurd hatin hilbijartin

Di nav nûnerên nû de pênc siyasetmedarên bi eslê xwe Kurd; Lawên Rêdar, Tella Kurdî û Kadîr Kesîrga (Partiya Sosyal Demokrat), Gorgîn Bakircioglu (Partiya Keskan) û Sara Gîlle (Partiya Demokratên Swêdê) bûn endamên nû yên parlamentoyê.

Parve bike: