TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Tetwanê ji bo operasyonê qedexe hat ragihandin

Admin H
Nivîskar
📅 02 îlon 2019 18:33

PeyamaKurd – Parêzgariya Bedlîsê bi hinceta destpêkirina operasyoneke leşkerî bi ser endamên PKKê de, li 7 gund û mezreyên navçeya Tetwanê heta fermaneke din, qedexeya derketina derve ragihand.

Di daxuyaniya parêzgariyê de hat diyarkirin ku qedexe 2yê Îlonê ji 11:30ê navrojê ve destpê dike û heta fermaneke din dê qedexeya derketina derve dewam bike.

Li gorî daxuyaniyê dê qedexe li gund û mezreyên Tetwanê yên (Donertaş, Kısıklı, Boblesur, Kepenek, Sallıca, Suboyu û Dirlik) heta operasyon encam bide bidome.

Parve bike: