Kurdistan
Li Til Ebyedê (Girê Sipî) êrîseka bi ereba teqemeniyê pêk hat
PeyamaKurd- Li Rojava li bajarê Girê Sipî li navçeya Ayn Arûsê êrîşekî bombeyî ya bi erebê pêk hat. Erebe li taxa Sanayiyê hat teqandin û di encamê de gelek xesar çêbû.
Di teqînê de 7 kes bi birîndar bûn. Birîndaran birin nexweşxaneya dewletê ya Akçakaleyê bo tedawî bikin. Halê birîndaran başe û jiyana wan ne di talûkê de ye. Bûyer ji aliyê kê de hatiye kirin heya niha kes negirtiye ser xwe.