Li Tirkiyê hejmar zêde bû: 21 mirî, 947 tûsbûyî
PeyamaKurd – Li Tirkiyê hejmara ji roja 11ê Adarê ve ku yekem tûşbûyê vîrusa korona hat tomarkirin ve, hejmara qad bi qat zêde dibe.
Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca şeva 21ê Adarê ragihand, hejmara kesên ji covid19 can dane bûye 21 kes û hejmara tûşbûyan jî bûye 947 kes.
Li gorî ragihandina Koca, di nav 24 demjimêran de testa 2953 kesên bi gumana nexweşiyê hatiye kirin û ji wan ya 277 kesan pozîtîv derketiye û 12 kesan jî ji di rojekê de can dane.
Wezîrê Tirk got, “Em îxtiyarên xwe hişyar bikin. Bila dernekevin derve. Xetera mirinê bi zêdebûna temen re zêdetir dibe.”
Li seranserê dinyayê jî hejmara tûşbûyên vîrusa korona bû 308 hezar û 452 kes ku ji wan 13 hezar û 68 kesan heta niha can dane û 95 hezar û 828 kes jî ji nexweşîna covid19 baş bûne.