Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 193 kesên din ji koronayê mirin
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê amarên dawî yên vîrusa koronayê li Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê ragihand.
Li gorî tabloya wezareta tenduristiyê ya îro 3yê Çile di nav 24 saetên borî de, testa Covid-19 ya 9877 kesan pozîtîf derketiye û 1515 nexweşên korona hatine tespîtkirin.
Herwiha di nav 24 saetên borî de, 193 nexweşên din wefat kirine û hejmara mirinan gihîştiye 10 hezar û 102 kesan.
Li gorî van amarên dawî heta niha li Tirkiyê 2 milyon û 241 hezar û 912 kes bi koronayê ketiye û ji wan 2 milyon û 136 hezar û 534 kes baş bûne, hejmara nexweşên giran ên niha jî 3 hezar û 612 kes in.
Wezîrê tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca, di daxuyaniya xwe ya îro de got, her çiqas hejmara pêketiyên rojane daketiye bin 10 hezaran jî divê ev daketin were mayîndekirin.