Kurdistan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 206 kesên din ji ber koronayê mirin
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Tirkiyê, rewşa 24 saetên dawî ya vîrusa koronayê li seranserê Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê eşkere kir.
Li gorî tabloya îro 22yê Tebaxê, 18.622 pêketiyên nû hatin tomarkirin û di nav 24 saetên borî de 206 kesan jî ji ber nexweşiya Covid-19 wefat kiriye.
Herwiha hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de 13.263 pêketiyên koronayê jî baş bûne.
Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca dema belavkirina tabloya dawî got, “Li gorî daxwazê pêketin kêm nebûn. Ev nîşan dide ku divê em baldartir bin û zêdetir pabendî tedbîran bibin. Bi derzîlêdanê serketin mimkun e.”