Kurdistan
Li Urmiyê 2 kesên bi awayekî hovane hirçek kustibûn hatin girtin
PeyamaKurd – Du kesên ku çend roj berê li gundekî bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê hirçek bi awayekî hovane kuştibûn, bi fermana parêzgarê Urmiyê hatin girtin.
Çend kesan hirçeke sor bi saxî girtibûn û kuştibûn paşê jî bi duvê hespê ve girêdabûn û bi erdê re kişandibûn û dîmenên wê jî li ser medya civakî belav kiribûn.
Piştî belavbûna wan dîmenan, parêzgarê Urmiyê Mihemed Mehdî Şehriyarî ferman da ku ew kes bêne dîtin û girtin.
Hat ragihandin ku doh hêzên polîsan 2 kes bi tohmeta kuştina hirçê desteser kirine û ew kes hatine girtin.
Li gorî zanyariyan ew cinsê wê hirça ku hatiye kuştin, ber bi tunebûnê ve ye ku divê bê parastin.