Kurdistan
Li Ûrmîyê du girtîyên din hatin bidarvekirin
PeyamaKurd - Li bajarê Ûrmîyê yê rojhilatê Kurdistanê, 2 girtîyên din ên kurd hatin bidarvekirin.
Li gorî agahîyên berdest, 2 girtîyên din ên kurd ku yek jê şênîyê bajarê Bokanê ye Husên Îbrahîmî û şênîyê bajarê Ormiyê Xelîl Salihî hatin bidarvekirin.
Hêjayî gotînê ye Husên û Xelîl 10 sal berê bi kuştina bi enqest dihatin tohmetbarkirin.