TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Ûrmiyê girtiyekî Kurd hat bidarvekirin

Admin L
Nivîskar
📅 10 nîsan 2021 13:59

PeyamaKurd –  Li bajarê Ûrmiyê yê Rojhilata Kurdistanê, girtiyekî Kurd hat bidarvekirin.

Li gor malpera mafên mirova ya Hengawê diyar kiriye, îro danê sibê girtiyekî Kurd bi navê Bayezî Reşîdî, li nav girtîgeha navendî ya Ûrmiyê de hat bidarvekirin.

Herwiha ew welatiyê Kurd, bi tohmeta bazirganîkirina madeyên hişbir hatibû girtin û bi îdamê hatibû mehkûmkirin.

Bayezîd Reşîdî xelkê gundê Kelhor yê Ûrmiyê bû.

Çend roj berê jî 6 girtiyên Kurd, ku ji ber madeyên hişbir hatibûn girtin, li nav girtîgeha Ûrmiyê de hatibûn bidarvekirin.

Parve bike: