TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Ûrmiyê qedexeya derketina derve hefteyeke din hat dirêjkirin

Admin L
Nivîskar
📅 14 mijdar 2020 14:00

PeyamaKurd – Li Ûrmiyê, ji ber zêdebûna belavbûna vîrusa Koronayê, qedexeya derketina derve hefteyeke din hat dirêjkirin.

Li gorî Komîteya Rûbirûbûna Koronayê ya Ûrmiyê, qedexeya ku li ser komên kar yên 3 û 4 hatibû dabîn, dê heta hefteyeke din berdewam bike.

Herwiha di karê rêvebertiyên bankan de, kesên bi temen û jinên 2 canî û kesên nexweş dê nexebitin. 

Hat diyarkirin, qedexeya ku berî niha li bajarên    Ûrmiye, Xoy, Bokan û Mehabad, Mêndaw, Selmas, Pîranşar û Nexedeyê hatibûn ragihandin weke xwe dimîne.

Li Rojhilatê Kurdistanê li gor amarên dawî yên 24 saetan, 79 kes bi Koronayê mirin, 47 kes ji wan qurbaniyên Koronayê ji parêzgeha Ûrmiyê ne.

Parve bike: