Li Vatîkanê ala Kurdistanê hat bilindkirin: Têkilî kûr dibin
PeyamaKurd - Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê Rêzan Heme Salih got ku peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Vatîkanê de dîrokî ne û bal kişand pira van têkiliyan bi serdana yekem a fermî ya Serok Mesûd Barzanî di salên 2005 û 2006an de hatiye avakirin.
Rêzan Heme Salih destnîşan kir ku xemxwûrî û piştgiriya berdewam a Serok Barzanî ya ji bo pêkhateya Xrîstiyanan bûye sedem ku Papayên berê û Papa Fransîs rêzeke taybet bidin hevdîtinên ligel wî û xelata taybet a Vatîkanê pêşkêşî wî bikin.
Sembola Biratiyê û Gotûbêjên Herêmî
Nûnerê Kurdistanê eşkere kir ku serdana vê carê bi mebesta tevlîbûna di hilbijartina patriyarkê Iraqê de hat encamdan.
Xanim Heme Salih da zanîn, wê ala Kurdistanê di nav Vatîkanê de di destê Xrîstiyanan de dîtiye û tekez kir ku Herêma Kurdistanê penageheke aram e ji bo pêkhateya Xrîstiyanan.