TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Wan û Sirnexê operasyona PKK/KCK ê hat kirin: 20 binçavkirin

Admin M
Nivîskar
📅 17 adar 2022 04:01

PeyamaKurd – Bi biryara fermandariya giştî ya cendirmeyan, beşa TEM ê ya Ankara, li Wanê û Şirnexê bi tohmeta PKK/KCK ê, operasyon hatin kirin û di encamê de 20 kes hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku operasyon bi sedema ku alîkariya PKK/KCK ê kirine hatiye kirin.

Li gor ragihandinê; xwuyaye ku biryar ji fermandariya giştî ya cendirmeyan, ji beşa TEM ê ya Ankara hatiye dayîn û operasyon bi tîmên cendirmeyan yên alaya Wanê re hatiye kirin.

Li gor ragihandina encamaoperasyonê; 20 kesan xistine binçav, bi wan re dest danîne ser 191.300 TL pere, sîlih, muhîmmat, zêr û telefonên berîkan. Li gor rêjeya cendirmeyan; kleşnîkov û 6 kardên telefonan hatine desteserkirin.

Sitendina îfadeyên kesên binçavkirî li baregeha cendirmeyan dewam dike.

Parve bike: