TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Wanê 128 koçber hatin girtin

Admin M
Nivîskar
📅 08 adar 2022 05:08

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navça Edremîtê di axur û kamyonekî de 128 koçberên Afxanî hatin girtin. 2 kesên ku karê qaçax yê koçberan dikirin xistin binçav.

Polîsên asayîşê yên bi koçberan re pêwendîdar li ser agahdarkirina wan, li taxa Şabaniyê avêtin ser axura aîdê C.Ö. Di axurê de 60 koçber hatin desteserkirin û C.Ö.xistin bin çav.

Her weha hêzên asayîşê li Edremîtê kamyonekî dan rawestandin û dîtin di kamyonê de 68 koçberên din hene û wan desteser kirin. Kesê ku karê derbaskirina wan dikir jî xistin bin çav.

Koçberan teslîmê rêvebiriya koçberan ya dewletê kirin.

Parve bike: