TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Wanê 33 koçberên Afgan û Pakistanî hatin girtin

Admin S
Nivîskar
📅 24 mijdar 2018 14:37

PeyamaKurd - Li navçeya Payizava ya Wanê 33 koçberên ku bi qaçaxî ji Afxanistan û Pakistanê bi ser Îranê de hatibûn, hatin girtin.

Parêzgariya Wanê ragihand ku 33 koçberên bi qaçaxî hatibûn, li ser rêya Colemêrg – Wanê di dolmîşekê de hatine girtin.

Hat diyarkirin 31 koçber ji Afxanistanê bûn, 2 jî Pakistanî bûn û ew bo Navenda Karûbarên Koçberan a Bajêr hatine şandin.

Parve bike: