TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Wanê 5 penaber hatin îskencekirin

Admin H
Nivîskar
📅 09 gulan 2021 21:27

PeyamaKurd - 5 penaberên Afan ên dixwestin ji Îranê, derbasî bajarê Wanê yê bakurê Kurdistanê bibin, ji aliyê leşkerên tirk ve hatin binçavkirin û piştre jî îşkence li wan hat kirin.

Li gorî wêneyên hatine belavkirin, leşkeran piştî binçavkirina penaberan îşkence li penaberan kiriye.

Hat zanîn, penaber5ê Gulanê dema ku ji gundewarên bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê derbasî Wanê bûne  ji aliyê leşkeran ve hatine binçavkirin û piştî rastî lêdan û îşkenceyê hatine ew penaber paşde hatine vegerandin.

 Li gorî vîdyoyên belav bûne, penaber bixwe dibêje, leşkerên tirk îşkence li me kiriye.

Parve bike: